Şarkı Sözünü Düzelt
Şarkıcı
Şarkı
Si u sê gulê (Otuz Üç Kurşun) I Ev çiya çiyayê Mengeneyê Dema li Wanê roj davê Ev çiya zarokê Nemrûde Dema li hember Nemrûd roj davê Aliyeki te berf digre, bergeha Qetqase Aliyeki le siccade, milkê Eceme Li seri guşiyên cemedê Li ser avan kevokên revok Keriyê xezalan. û refên kewên gozel... Mêrxasi nayê inkarkirin Di şerê yeke-yek de ew qet ne ketin binJi hezar salan virve zilamên vê derê Agahdarîya hatinê em ji ku der-hi bidin Nerefê qulingane, ev Ne koma stêrane li ezman Dilê bi si û sê gule Si û sê kaniyên xwinê Na herike Bûye gol li vi çiyayî II Ji bin kaş kivroşkek rabû Pişt belek Zik çil-sipi Belengaz, ducanî kivroşkekeçiyê Dil di dev de wisa reben Meriv tîne tobê Tenha, tenha bûn dem bê qisûr. berbangeke tazi bû Nihêri ji si û sisiyan yek Di zik de valahiya giran ya birçi- tiyê Por û rih bûne bostek Di pêsirê de sipih. Mil qeydkirî niheri bi milên qeydkri mêrxaseki kezebpola. nihêrhî Carekê li kîvroşka belengaz Carekê li pişt xwe Filînta wî ya delal hate bira wi ku di bin balgiva wi de xeyidye, Hate bira wi, caniya ku ji deşta Heranê anibû Enî bi moriyên şin û beş Sim sipi Beza, tolaz û reqsok, Mehina wi ye qemer û seklawi Çawa firibun li ber Xozatê Eger niha weha bê çare û girêdayi Weha li pişt wi lûleke sarYa hendefan Bêçare, Ew dê bihata kuştin Ferman bêhêvi bu, Êdi bila çavên wi, marzerikên kor dilê wi, teyrên berata bixwara III ez hatima kuştin Li gelîki xalî .yê çiyê di dema nimêja sibê de Radikevim di nav xwinê de bi dirêjayî... Ez hatime kuştin Xewnen min ji şevan taritir Kes napirse rewşa min Canê min distînin , bê ecel Nikarim têxim tu pirtukan Paşaki şifre daye Hatime kuştin bê mahkeme. bê pirs Kirivo, halê min eyni weha binîwise Dibe ku bêjin riwayete Ev ne memikên guline Guleyen domdomê Di devê min de wesle wesle IV Fermana kuştinê bi cih anîn. Mije hêşin ya çiya Û bayê sibê ye hinik û sivik Paşe li wê derê tifing daçikandin Li paşilên me hûr nêrin nihêrtin Lê geriyan. pişta min ya sor. male Kermenşahê Tizbi û qotiya min birin û çûn Hemû ji diyari bûn ji Ecemistanê Em kirivin merivên hevin û bi xwin giridayê hevin Bi gund û zevhiyên hember ve Xinamiyê hevin, Ji sedsalan vir ve, Cîranê hevin mil bi mil ve Mirişkên me tevi hev dibin Ne ji nezanîyê Lê ji xizanîyê Em ji pasportê dilsar bune Ewe curmê sebeba qatla me Êdi navê me dê derkeve bi keleşiyê, Isatvan rêbir Xayiniyê V De lêhin lawo, Lêhin Ez bi hesani nayêm kuştin Di kuçikê min de, hin agirê venemiri Ü çend gotinên min hene ji keser, fama re Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê Û sê birayên xwe ji Sê darên spehî, Wek sê çiyayên i emrê xwe têrnebuyi bûn Ji bircan. ji giran ji minaran Dema kiriv pismam kurên êşiran Li hember guleyên Fransiz şer dikirin Xalê min ya biçûk, Nezif Simbêlên wi nû derketibûn Delal Siwarekî baş Gotiye lêxin birano Roja namûsê ye Û hespa xwe rakiriye ser piyan Kirivo halê min weha binivise Dibe ku we Sivikki riwayeti were fehm Em ne memikên guline Guleyê domdomê Di derê min de wesle wesle Şîîr:Ahmed Arif Çeviren: Nedim Hekari Müzik:Ciwan Haco